YJA Starê 4 şehîdên Amedê bi bîr anî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, gerîlayên ku li Amedê şehîd bûne, Şehîd Axîn Mûs û hevrêyê wê bi rêzdarî bi bîranîn û got: Em soz didin ku em ê xeyal û armancê wan pêk bînîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê duh nasnameya 4 gerîlayên ku li Amed şehîd bibûn eşkere kir.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyekê her 4 şehîd, Fermandar Axîn Mûş û hevalên wê bi bîr anî.

“Her kêliya jiyana hevrê axîn tevlêbûneke fedaîtî bû”

Fermandariyê diyar kir ku endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê Axîn Mûş (Hulya Demîrer) di heybeteke çiyayî de xwedî ruhekî mezin bû û wiha got:

Heval Axîn di temenekî ciwan de hestên xwe yên welatparêziyê di kûrahiya dilê xwe de xêz kir.

Her tim kîna bênasnamebûna Kurdbûnê di dilê xwe de zindî hişt.

Êşe qetandina ji nasname û çanda xwe, xeyal û lêgerîna wê ya ji bo dîtina xwe ya jinê bû sedem ku beşdarî Tevgera Azadiyê bibe.

Heval Axîn asta bandora xwe ya ji Rêbertî girtibû wiha pênase dikir:

“Wekî min xwe dîtibe û min lêgerînên xwe yên ku nikarîbûm bi nav bikim, bi nav kir.”

Axîn demeke kurt di sala 1997’an de bi awayekî fermî tev li Partiyê bû û li wir demekê di çalakiyên Ewropayê de cih girt.

Ev piştî dîlgirtina Rêbertî tu kesî nikarîbû bi hincetên cuda rê li ber wê bigirta.

Di sala 2000’î de bi feraseteke mezin gihişte xaka welat û bû gerîla.

Mîna navê xwe, dilsoz, rast û raşikestî ye.

Ew temsîla jina firîşte ya mînak ku Rêbertî qala wê dike, ye.

YJA Star: Li ser şopa şehîdan em ê têkoşînê mezin bikin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê li ser kesayeta Rohat, Egîd û Demhat jî ev yek got:

Van hevrêyan li hemberî hemû şert û mercên zexta faşîzmê di nava rêxistinên ciwanan de cih girtin.

Her çar hevrêyên me mîna nûnerên xurt a ruhê hevrêtiya PKK-PAJK’ê, îradeya fedaî ya Apoyî careke din nîşan dan.

Fermandariya YJA Starê sersaxiyê ji malbatên şehîdan û hemû gelê welatparêz re xwest û soza domandina têkoşînê da.

Back to top button