Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa Coronayê û weke rêkareke pêwîst, îro qedexeya giştî li Hesekê, Qamişlo û Reqayê û qedexeya beşî li herêmên din yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dest pê dike.
Her du qedexe jî, wê ji îro de û heta 12’ê mehê dirêj bikin.
Di qedexeya giştî de, ya li her sê bajarên navborî, firin, sûkên zebzeyan, nexweşxane, dermanxane, dikanên bazirganiyê, derman, sotemenî, tîmên tenduristiyê, cotkar û ragihandinê ne di nav de, her tiştên din tên girtin.
Jixwe, heta niha û li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 10 hezar û 813 kes bi nexweşiya Coronayê ketine, ji wan 396 jiyana xwe ji dest daye.