2. Kongreya partiya Sûriya Pêşerojê ya Şaxê Helebê hate lidarxistin

Partiya Sûriya Pêşerojê şaxa Helebê duyemîn konferansa xwe li bajarê Helebê li dar xist. Di kongreyê de endamên nû ên Meclisa Giştî hatin hilbijartin.

Konferansa duymeîn ya Partiya Sûriya Pêşerojê şaxa Helebê îro bi tevlîbûna endamên partiyê, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, li Hola Star Layit a li Taxa Şiqeyîf hate lidarxistin.

Kongre bi axaftina serokê Meclisa Giştî ya partiyê Mihemed Hac Mistefa dest pê kir.

Piştre perspektîfên Melisa Giştî ya Partiyê û rapora salana ya xebatên meclisan hatin xwendin.

Rewşa rêxistinî hate nîqaşkirin û nirxandin.

Her wiha endamên nû ên Meclisa Giştî ya partiyê hatin hilbijartin û Xalîde Ebdo weke seroka Meclisa Giştî ya partiyê şaxa Helebê hate hilbijartin..

Di dawiyê de bi tevlîbûna hemû endamên meclisa giştî ya nû encamname hate xwendin.

Back to top button