Lukaşenko: 30,000 leşker li sînorê rojavayê welat hatine bicih kir

Li sînorê Ewropa û Rûsya êdî, tevger û jimara zêde ya leşkeran, metirsiya derketina şerekî zêde kiriye. “Polonya û welatên Baltîk 30 hezar leşker li sînorê Belarûs bicih kiriye.” Ev îdiaya Serokomarê Belarûs Lukaşenko carke din bal hemû da li ser aloziya li sînorê welat. Her wiha Lukaşenko got, Di meha Sibatê de wê li gel Rûsya tetbîqata leşkerî pêk bînin.

Dengê leşker û tankan ji sînorê Ewropa kêm nabe.

Di demekê ku Rûsya dibêje êdî sebera wan nemaye, ji Belarûsê îdiayên aloziyê kurtir bike derket.

Serokomarê Belarûs Aleksander Lukaşenko têkildarî plana tetbîqata leşkerî ya hevpar a Belarûs-Rûsyayê li Koşka Serxwebûnê ya welat bi rayedarên leşkerî re hevdîtinek pêk anî.

Aleksander Lukaşenko îdia kir ku li sînorê Polonya û welatên Baltîkê zêdetirî 30 hezar leşker, amûr û çekên nû hatine bicihkirin.

Lukaşenko diyar kir ku Polonya ji bo li herêmê amûrên leşkerî bi cih bike, serî li NATO yê daye.

“Çima ev yek tê kirin? Dibe ku encamên vê yekê hebin. Ji bo tiştekî cidî amade dikin. Bi kêmanî ji bo tiştekî dirêj.”

Lukaşenko Li Polonya û welatên baltîk 8-10 hezar leşkerên DYA hene

Serokomarê Belarûs bal kişand ser hebûna leşkerên Amerîkayê yên li welatên rojavayê Belarûsê û ev tişt anî ziman:

“Li Polonya û welatên Baltîkê 8 heta 10 hezar leşkerên Amerîkayê hene. Amerîka wê li vir çi bike? Hûn yên ku ji dur hatine, çima tetbîqata me û Rûsya rexne dikin? Hinek aliyên şerxwaz eşkre banga lidarketina şer dikin.”

Lukaşenko: Ûkrayna li sînor hêzên xwe zêde dike

Aleksander Lukaşenko îşaret bi wê yekê jî kir ku rewşa sînorên başûrê Belarusê jî metirsîdare û wiha domand:

Ûkrayna hêzên xwe yên leşkerî zêde kiriye. Taybet hêzên netewperestên radîkal hatine bicihkirin.

Lukaşenko: Sibatê wê tetbîqata Rûs-Belarûs pêk were

Lukaşenko dazanîn ku Ûkraynayê li nêzî sînorê Belarûsê operasyoneke taybet pêk aniye û derdora 10 hezar leşker ber bi herêma sînor ve hatine vekişandin.

Tevî bertekên welatên Ewropa, wê tetbîqata leşkerî ya Rûs-Belarûs di meha Sibatê de pêk were.

Ji niha ve ya tê xuyakirin, ev tetbîqat wê rewşa heyî aloztir bike.

Back to top button