Von Der Leyn: Em ê rê nedin polonya nirxên yekîtiyê binpê bike

Îro di civîna Parlementoya Ewrûpayê de, rayedarên yekîtiyê û hukûmeta Polonyayê hatin pêşberî hev.
Seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen peyam da ku ew ê rê nedin Polonya nirxên hevbeş ên Yekîtiya Ewrûpayê binpê bike-
Serokwezîrê Polonyayê Morawiecki Yekîtiya Ewrûpa bi gefxwarinê tewanbarkir.

7’ê Cotmehê Dadgeha Destûra Bingehîn a Polonyayê biryar da ku qanûnên welatê wan di ser huqûqa Yekîtiya Ewrûpayê re ye.

Birayê rê li ber nerazîbûna yekîtiyê vekir..

Heta gihişt wê astê ku derxistina Polonya ji yekîtiyê jî bikeve rojevê.

Pirsgirêka di navbera aliyan îro yek ji minarên sereke ên civîna Parlementoya Ewrûpayê bû.

Di civîna li Strasbourgê de Seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen gor,

Ji bo Polonya ji biryara xwe were xwarê, rêyên qanûnî, maddî û siyasî têne gotûbêjkirin.

Li gorî vê,

Di warê huqûqî de em dikarin li ber biryara dadgeha Polonyayê rabin.

Ji aliyê maddî ve jî em dikarin bûdçeya yekîtiyê û alîkariya ji bo pandemî rawestînin.

Ya sêyemîn jî di biryarên Yekîtiya Ewrûpayê de em dikarin mafê dengdanê yê Polonyayê betal bikin.

Seroka komîsyonê anî ziman ku biryara Polonyayê, ji bo huqûqa Ewrûpayê di asta gefê de ye.

Serokwezîrê Polonya Morawiecki: Nabe ku li dijî me biryara cezakirinê were dayîn

Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki (Mateûz Moraviyeskî) jî li hemberî axaftina Von der Leyen nerazîbûn nîşan da û got:

Em qebûl nakin ku Polonya were cezakirin. Siyasetvanên Yekîtiya Ewrûpayê gefê li welatê me dixwin. Em ê rê nedin vê yekê.

Serokwezîrê Polonyayê anî ziman ku cihê welatê wan li nava Yekîtiya Ewrûpayê ye û wiha dewam kir:

Erkên Yekîtiya Ewrûpayê bi sînor in. Divê were zanîn ku em ê siyaseteke navendî ya Yekîtiya Ewrûpayê nepejirînin.

Back to top button