Piştî 16 salan, Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (HDK-Î) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) bi merasîmek hevbeş yekîtiya xwe ragihandin.
Li ser navê her du hizban daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin:
“Di encama gotubêja navbera her du hizban de ew digihêjin encama yekgirtiya hizbên xwe.”
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku îro ew dawî li têkoşîna cudahî tînin û her du partî wê bi hevre xebatên xwe bidomînin.
Li gorî daxuyaniyê wê her du hizb bi navê Hizba Demokrata Kurdistanê ya Îranê kar bikin.
Partiya Demokrat a Kurdistanê roja 16’ê Tebaxa 1945’an li bajarê Mehabadê ê Rojhilatê Kurdistanê hat damezrandin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku damezirênerê vê hizbê jî Pêşewa Qazî Mihemed bû.