Li peravên Lîbyayê keştiyek noqî avê bû..15 Sûrî mirin

Li peravên bejarê Tebreq ê Lîbyayê keştiyeke koçberan, noqî avê bû.
15 kesên Sûrî ku ji Kobanê û Efrînê ne jiyana xwe ji dest dan.

Pêlên behrê, careke ciwanên sûrî datqurtîne û dikevin xefka bazirganên mirovan.

Trajîdîyeke din li ser birîna van sûriyan tê zêdekirin û navnîşan vê carê peravên Lîbîyayê ye.

Bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, dîsa para herî zêde ji vê bûyerê digire.

Hejmarek ji ciwanên ku bi nêt in berê xwe bidin welatê Îtalyayê, di avê de dixeniqin.

Li bajarê Tebreq ê Lîbyayê, gemiyeke koçberan ku piraniya wan Sûrî bûn, di navbera rojên pêşnceş û Înê de, noqî binê avê dibe.

Li gor agahiyan, wan koçberan dixwestin bi rêya wê gemiyê bighêjin keştiya mezin qene bighêjin Îtalyayê.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku 25 kes li wê gemiya biçûk siwar dibin û li avê dixin..

Lê belê, tişta ku tim dubare dibe, dîsa tê serê wan..

Ew gemî di ber pêlên avê re diçe û li gor çavdêriyê 15 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî wê, 12 kes ji Kobanê û 3 jî ji Efrînê ne, jin û zarok jî di nav wan de hene.

Cotmeha sala 2022’an jî keştiyeke din a koçberan li peravên Cezayirê noqî binê avê dibe.

Wê çaxê, 18 ciwanên Kobanî jiyana xwe ji dest didin.

Rêveberiya Xweser wê çaxê bi rêyên dîplomasî cenazeyên wan anîn Kobanê û hejmarekî ji ciwanên ku keitbûn xefka bazirganan, bi saxî vegerandin bajarên wan.

Ajansa ANHA: 25 kesên Sûrî ji wan 9 kes ji Kobanê jiyana xwe ji dest dan

Back to top button