Li deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi boneya 8’ê Adarê çalakî hatin lidarxistin.
Di vê derbarê de li Heleb û Dêra Zorê 3 semînerên cuda cuda hatin dayîn.
Li Minbicê jî şandeyeke jinan serdana sazî û kargehên jinan kir û ev bone li wan pîroz kir.
Bi boneya 8’ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê li Bakur û Rojhilatê Sûrî çalakî tên lidarxistin.
Di vê derbarê de li bajarê Qamişlo pêşangeheke Foloklorî hat vekirin.
Slogana pêşangehê jî ‘Mîrasa Hunerî ji bo vejandina çanda gelê Bakue û Rojhilatê Sûrî’ ye.
Heleb-Semînerek li ser dîroka jinê hat dayîn
Kongra Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê semînerek li ser dîroka jin da.
Semîner ji aliyê endama Koordînaysona Kongra Star a Helebê Fehîme Hemo ve hat dayîn.
Fehîme diyar kir ku bi saya vîna jina azad rastiya jinan û bandora wê li ser şoreşan hate naskirin.
Minbic-Jinan serdana saziyên jinan kirin
Li Minbicê jî, endamên Kombûna Jinên Zenbûya û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk çalakî kirin.
Jinan serdana serdana sazî û kargehên jinan kirin û 8’ê Adarê li wan pîroz kirin.
Li Dêrazorê 2 semîner hatin dayîn
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê jî li bajarokê El-Kesra û Komîteya Jinan li bajarokê Siwr 2 semînerên cuda da.
Di semînerê de cîgira berdevka Meclisa Giştî ya Jinan a partiyê Semîre El-Ezîz axivî, ev roj li hemû jinan pîroz kir û got:
“Jinan rastî û dîroka xwe nas kirin û nêzîkatiyên şaş der barê têgîna azadiyê de rast kir .”
Di semînera li bajarokê Siwer de ji aliyê Komîteya Jinan ve hatiye li darxist 8`ê Adarê li hemû jinan hate pîrozkirin.