Li Nîjerya ji ber lehiyê jimara kesên mirî derket 500’î

Li rojavayê Afrîka barana zêde bandoreke zêde li ser Nîjerya kir.
Heta niha ji ber lehiyê jimara kesên jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 500’î û gelek kes winda ne.
Herwiha ji ber lehiyê ziyan li 90 hezar malan bûye.

Rayedarên Nîjeryayê ji medya welatê xwe re, ragihandine ku ji ber lehiya ku ev çend rojin li hinek herêmên welat rûdayî, heta niha 500 kes mirine.

Her wiha hîna agahî ji gelek kesan nayê girtin.

Lehiyê tevî ziyana canî, ziyaneke zêde ya madî jî bixwere anî.

Ji ber lehiyê ziyan li 90 hezar malan bûye.

Di nava du mehên borî de, ji ber barana zêde, li welatên weke Amerîka, Çîn, Erebistana Sûidî, Hindistan, Îran, Pakistan, Tunis, Koreya Başûr, Yemen, Sudan, Îtalya, Venezuela, Silvador û Hindorasê lehî rabûn.

Ji ber van lehiyan gelek kes bûne qurbanî û ziyaneke zêde ya madî jî pêk hat.

Back to top button