Li Kampa Holê cenazeyê jinekê hat dîtin

Li Kampa Holê ya ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ’ê lê dimînin, bûyerên kuştin û êrişan her diçe zêde dibin. Doh jî li kampê jineke din kuştî hate dîtin.

Li gorî agahiyên ji rêveberiya Kampê hatin wergirtin, jineke ku nav û nanameya wê nehat zanîn kuştî hate dîtin.

Rêveberiya Kampê dazanîn cenazeyê jina kuştî ji aliyê karkerên paqijiyê li beşa 5’an di kanalîzasyonekê de hatiye dîtin.

Li gorî rêveberiya Kampê, jin bi guleyekê di serê xwe de hatibû kuştin.

Cenazeyê wê ji bo Navenda Heyva Sor a li kampê hate şandin.

Tevî vê buyerê, di nava hefteya dawî de li kampê 4 kes hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê li kampa Holê buyerên kuştinê didomînin.

Lê heta niha ji bo çareseriya vê dosiyê, tu alî neketine tevgerê.

Back to top button