Şehîd Mihemed Bozan li Şedadê hat oxir kirin

Li navçeya şedadê cenazeyê endamê PYD’ê Mihemed Bozan û li bajarê Hesekê cenazeyê endamê Asayîşa Sotoro Ibrahîn Mîxaîl bi merasîmên cuda hatin oxirkirin.

Li navçeya Şedadê cenazeyê endamê Komîteya Parastinê ya Meclisa Navçeya Şedadê û endamê PYD’ê Mihemed Hisên Bozan li goristana şehîdan hat oxirkirin.

Mihemed Bozan13’ê Cothemê dema ku vedigeriya mala xwe di êrişa şaneyên DAIŞ’ê de şehîd bû.

Li Hesekê şehîd Aryo ji aliyê bi sedan kesî ve hate oxirkirin

Şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sotoro Ibrahîm Mîxaîl bi nasnav Aryo jî li Hesekê hat oxirkirn.

Bi sedan welatiyên Kurd, Ereb, Aşûr û Suryan beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.

Di merasîmê de, Hevserokê Partiya Yekîtiya Suriyan Senherîp Bersûm axivî û diyar kir ku wê hevgirtin û yekîtiya gelê herêmê hemû planên dagirkeran têk bibin.

Her wiha berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sotoro Akkad Hanna jî axivî û soza şopandina rêça şehîdan dubare kir.

Piştre wesîqa şehadetê hate xwendin û cenazeyê şehîd hate oxirkirin.

Şehîd Aryo 12’ê Cotmehê di êrişa balafirên bê mirov a dewleta Tirk li Dêrikê, şehîd bû.

Endamê Hêzên Sotoro Îbrahîm Mîxaîl li hesekê hat oxirkirin

Back to top button