ŞERVANÊ YPG’Ê MIHEMED SARSO LI GORISTANA Ş. XEBAT DÊRIK HAT OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê şervanê YPG’ê Mihemed Sarso bi merasîmekê li goristana şehîd xebat Dêrik oxir kirin.

Şervanê YPG’ê Mihemed Sarso bi nasnav Bedran Siverk di operesyonekê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li Dêra Zorê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Dêrikê, cenazeyê şehîd Bedaran ji nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirtin û birin goristana Şehîd Xebat Dêrikê.

Li goristanê merasîmek leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve hat lidar xistin.

Piştre ji fermandarên YPG’ê Hawar Dêrik axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl jî wiha got:

Divê her kes erka parastina destkeftiyên şoreşê bigire ser xwe.

Dawiyê girseya gel cenazeya şehîd Bedran Siverk bi siloganên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button