Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya dewleta Tirk ji ber Coronayê di nav 24 saetan de 76 kes mirine û 3 hezar û 892 jî pê ketine.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca, piştî civîna tenduristiyê daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniyê, di nav 24 saetan de 3 hezar û 892 rewşên nû ku bi vîrusê ketine hatin tomarkirin û 76 kes din jî ku berê bi vîrûsê ketibûn û di nexweşxaneyê de dihatin tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da.
Li Tirkiyê bi giştî zêdeyî 34 hezarî bi vîrûsê ketine û 725 kes jî mirine.



