Li Iraqê 91 kesên din bi Coronayê ketine

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku 91 rewşên nû bi vîrusê ketine hatine tomarkirrin.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê daneyên dawî yên têkildarî vîrusa Coronayê bi daxuyaniyekê ragihand.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji 26 hezar û 331 testên li Iraqê (tevî Başûrê Kurdistanê) 91 kes bi vîrûsê ketine derketin.

Bi vê hejmarê re li giştî Iraqê heta niha zêdeyî hezar kesî bi vîrusa Coronayê ketine, ji wan 65 kes jiyana xwe ji dest daye, 373 kes jî baş bûne.

Back to top button