Li Şehbayê 2 mayîn teqiyan, 2 zarok bi giranî birîndar bûn

Li kantona Şehbayê 2 mayîn teqiyan, di encama de 2 zarok bi giranî birîndar bûn.

Îro li kantona Şehbayê 2 mayîn bi du zarokan de teqiyan.

Mayîna despêkê li gundê Til Sosin ya navçeya Ehdas bi Mihemed Hebeş ê 11 dema ku li kolanê dilîst teqiya.

Li gundê Elewşe yê Şehbayê jî dema Hemze Mihemed Izo ê 16 salî pezê xwe diçêrand mayîn teqiya.

Di encama teqînê de lingê hemze qut bû.

Back to top button