Bîlançoya teqîna li Bartinê giran dibe

Li navçeya Amasra ya Bartinê ku dikeve bakurê Tirkiyê teqînek mezin pêk hat.
Di teqîna li navenda kana madenê pêk hatî de herî kêm 40 kes mirine.
Xebatên lêgerîn û xelaskirina karkeran dewam dike.
Hemwextî vê, mixalefetê bertek nîşanî xemsariya hikumeta AKP-MHP’ê da û raporên hişyariyê yên ji aliyê saziyên peywendiyê ve hatine weşandin parve kirin.

Li navçeya Amasrayê ya Bartinê, li Midûriyeta Miesese ya Amasra ya Saziya Komira Kevir a Tirkiyê, duh saet dor 18.45’an teqînek çêbû.

Piştî teqînê, tîmên xelaskirin, agirkujî û tendirustiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Di xebatên van tîman de gelek karker ji kana madenê hatin derxistin.

Jimara karkerên mirîn gihişt 40’î

Li herêma cihê teqînê bi giştî 110 karker hebûn.

Ji van piştî xebatên rizgarkirinê, 58 kes hatin derxistin.

Bi derbasbûna demê re bîlançoya karkerên jiyana xwe ji dest dane jî giran bû.

Wezareta Hundirîn ya Tirkiyê ragihand ku nasnameya 40 karkerên mirî hatine piştraskirin.

Birîndarên ji nava kanên madenê hatine derxistin jî ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Li herêma teqînê ya bibandor, 49 karker hebûn.

Her wiha hat ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya Bartinê jî têkildarî bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin û ji bo vê 3 dozger hatin peywirdarkirin.

Muxalefeta li Tirkiyê hikumetê berpirsyar nîşan dide

Piştî bûyerê, ji mixalefeta Tirkiyê bertekên tund li dijî xemsariya Hikumeta AKP-MHP’ê derket.

Parlamenterê CHP’ê (Partiya Gel a Komarê) Deniz Yavuzyilmaz bi rêya Twitterê peyamek weşand û bal kişand li ser xemsariya rejîmê.

Yavuzyilmaz di peyama xwe de rapora Dadgeha Venêrîna Dezgehên Dewletê ya ji bo herêmê weşand.

Di raporê de ji ber kêmaniyên heyî hişyarî hatibû dayîn.

Lê rejîma ku ti girîngiyê bi maf û jiyana karkeran nade, ev rapor berçav negirt.

Di 9 mehên despêka salê de 1359 karker mirin e

Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Kar a Tirkiyê 12’ê Cotmehê bîlançoya 9 mehên despêka salê ya mirina karkerên li ser kar eşkere kir.

Li gorî vê,

Ji despêka salê heta dawiya meha Îlonê, 1359 karker di dema kar de jiyana xwe ji dest dane.

Tirkî..Di encama teqînê de 28 kes jiyana xwe ji dest dan

Back to top button