Hevjîna şehîd Ayaz: Wê kurê min navê bavê xwe rake

Ayaz Elî ji nava “Pêşmergeyên Roj” derdikeve û tevlî Hêzên Sûriya Demokratîk de dibe. Ayaz di Pêngava Gurzê Gelan de dighêje asta şehadetê. Hevjîna Şehîd Ayaz dibêje: Kurê min wê navê bavê xwe rake, ji bo ku mîna wî fêrî lehengtiyê bibe.

Ji bo aramî û ewlehiya welat bi hezaran kesî berdêlên giran buha dan û şehîd bûn..

Yek jê jî şehîd Ayaz Elî ye.

Ayaz Elî 1999’an li gundê Girkê Mîro yê bajarê Dêrikê tê dinê.

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re, Ayaz li başûrê Kurdistanê kar dike û heta 2019’an di nav ”Pêşmergeyên Roj” de xebitî.

Lê piştî ku rastiya wan nas dike, jê vediqete û vedigere Rojavayê Kurdistanê.

Li vir tevlî refên hêzên komandos ên QSD’ê dibe û perwerdeyên leşkerî di akademiyên QSD’ê de dibîne.

Ayaz 2021’an bi Cîlan Hacî re dizewice.

Hevjîna wî Cîlan Hacî derbarê kesayeta Ayaz û hezkirina wî ji karê xwe re wiha dibêje:

Çeteyên DAIŞ’ê 20’ê Çileyê êrişek berfireh birin ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê.

Şervanên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya Pêngava Gurzê Gelan de bersiva êrişan dan.

Di encamê de 121 endamên hêzên leşkerî û ewlehiyê û xebatkarên girtîgehê şehîd bûn.

Jê yek Ayaz Elî ku di 22’yê Çileyê de şehîd bû.

Cîlan Hacî niha li benda jidayikbûna zarokê xwe ye.

Ew dibêje ku wê navê Ayaz li kurê xwe bike, da ku weke bavê xwe fêrî lehengî, fedekarî û hezkirina welat bibe.

 

Back to top button