Welatiyên Amadê bertek nîşanî êrişên dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê dan

Welatiyên Amedê bertek nîşanî êrişên dagirkeriyê ên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê dan û gotin: “Ev şer ne tenê li dijî PKK’ê lê li dijî hemû destkeftiyên gelê kurd e.” Dayikên Aştiyê jî bang li PDK’ê kirin ku demildest dev ji vê şaşiyê berde.

Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Avaşînê di 17’ê nîsanê de êriş da destpêkirin.

Bertekên li dijî êrişan li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dewam dikin.

Xelkê Amedê jî li dijî êrişan û hevkariya PDK’ê nerazî ye.

Têkildarî mijarê ji şêniyên bajêr Saldiray Ay diyar kir ev şer ne tenê li ser PKK’ê lê li hemberî hemû deskeftiyên gelê kurd e û got:

“Barzanî bi vê sekna xwe, nûnertiya gelê kurd nake.”

Welatiyê bi navê Rifat Oner jî got ku ji xeynî gerîlayan, feydeya kesekî bo gelê kurd nîne.

Ji şêniyên Amedê Muhammed Alkan jî destnîşan kir ev ziyana ku PDK dide kurdan, ne tiştekî nû ye û got:

“Ji sala 1980’an heta niha zirarê didin kurdan.”

Herî dawî jî welatiyê bi navê Hesen Vural axivî û bang li gelê kurd kir ku li dijî îxanet û êrişan rabe ser pêyan.

Endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Amedê bang li PDK’ê kir ku dev ji îxanetê berde

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê jî têkildarî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re axivîn.

Yek ji endama Meclîsê Afîfe Kartal, bertek nîşanî helwesta PDK’ê da.

Dayika Aştiyê Afîfe Kartal bang kir ku Kurdan kir ku rabin ser pêyan û Barzanî şermezar bikin.

Dayika bi navê Emîne Denîz jî êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê şermezar kirin.

Dayik Necîme Yaşarer jî axivî û got: “Destê PDK’ê di xwîna kurdan de ye û PDK gelê Kurd dixapîne.

Derbarê heman mijarê de yek ji dayikê Aşitiyê Sabîha Tamrîş jî diyar kir ev tişt di tu dîn, nijad û mezheban de nayê qebûlkirin û divê tu kes tiştekî wiha qebûl neke.Sabîha Tamrîş, di dawiya axaftina xwe de got “Êdî bes e, bila bes xwînê birijînin. Em li dijî zaliman bi yek.

Back to top button