Li Zap, Metîna, Xakurkê û Avaşînê şer giran e

Li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê şerekî giran diqewime.
Di çalakiyên gerîlayan de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin yek jî birîndar bû.
HPG’ê ragihand artêşa Tirk ya ku nikare li pêşberî berxwedana gerîla encamê bigire bikaranîna çekên kîmyewî dewam dike.

Li herêmên Zap, Metîna, Xakurkê û Avaşînê di navbera gerîlayan û artêşa Tirk ya dagirker de şerekî giran diqewime.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana gerîla nikare encamê bigire bikaranîna çekên kîmyewî dewam dike û ev agahî parve kir;

HPG: 2 Leşkerên Tirk hatin kuştin yek birîndar bû

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 14’ê Cotmehê li Qada Çemço ya Zapê di encama çalakiya bi çekên giran ya tîmên bi tevger de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

14’ê Cotmehê li Girê Şehîd Axîn yê Xakurkê gerîlayên YJA Starê bi çekên giran derb li hêzên dagirker xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 14’ê Cotmehê li Girê Amediyê yê Metîna tîmên bi tevger du caran bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker yên ku di nava tevgerê de bûn, xistin.

Di encama van çalakiyan de dagirkerek hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Heman rojê li Girê Cûdî jî bi çekên giran li derb li hêzên dagirker hate xistin.

HPG: Artêşa Tirk 36 caran bi çekên kîmyewî êrişî qadên Gerîla kir

15’ê Cotmehê jî dîsa li Girê Amediyê tîmên bi tevger yên YJA Starê 60 kîlo teqemenî ku hêzên dagirker ji bo bombebarankirina çeperên şer amadekiribûn, rûxandin.”

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker 14’ê Cotmehê 36 caran bi çekên kîmyewî, 2 caran bi balafirên şer, 22 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran qadên gerîla bombebarankirin.

Back to top button