Serhildanên li Îran û Kurdistanê di roja 29. de didome

Serhildanên gel yên di bin dirûşma “Jin, jiyan, azadî” yên li Rojhilstê Kurdistanê û Îranê di roja 29’an de didome.
Duh jî heta îro li gelek navendan gel li qadan bûn û daxwaza azadî û demokrasiyê kirin.
Êrişên hêzên rejimê yên li dijî gel jî dewam dikin, heta niha zêdeyî 200 kesî jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî hatine girtin.

Serhildana piştî kuştina Jîna Emînî ku li Îranê ve li Rojhilatê Kurdistanê destpêkirine bi pêşengiya jinan bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bê navber didome.

Rêxistinên mafên mirovan ragihand ku şeva Pençşemê li bajarên Sine, Kirmaşan û Mahabadê ji ber êrişên hêzên rejimê herî kem 7 kesan jiyana ji dest dane.

Li aliyê din hêzên rejimê ji bo çalakvan dengê xwe negihînin cîhanê li gelek bajaran xetên înternet û peywendiyan qut kirine.

Îro careke din li gelek deveran çalakî hebûn.

Serê sibehê li bajarê Sine, Seqiz, Bokan û Mihabatê welatiyan deriyên dikanan venekirin û neçûn ser kar.

Komek ciwanên ku xwe weke ‘Ciwanên Kirmanşanê’ bi nav kirine bang li ciwanan kir ku dakevin kolanan û daxwazên xwe bilind bikin.

Li bajarê Erdebîlê jî îro gel bi hêrseke mezin li ber hêzên rejîmê rabûn û ew ji cîhên çalakiyê dûr xistin.

Bi heman armancê îro li bajarê Hemedanê bi hezaran kes bi meşeke girseyî daketin qadan.

Li Ehvazê jî li ser banga çalakvanên Ereb welatî li dijî rejimê daketin qadan.

Çalakvanên bajarê Erakê jî ji bo bi dawî anîna zilma rejîmê banga hevgirtin û yekîtiyê kirin.

Li hin deveran jî ciwanan baragehên hêzên besîcan dan ber agir û hêjmarek ji wan birîndar bûn.

Her wiha xwepêşandanên li Şîraz, Esfehan, Yezid, Meşhed û Tehranê jî her diçe mezin û berbelav dibin.

Li bajarê Zahîdan cihê ku berî du hefteyan rejîma Îranê komkujî kiribû, welatî careke din daketin qadan û li dijî desthilatê dirûşme avêtin.

Bi armanca pirotesto kirina êrişên rejîma Îranê çalakiyên xwandekaran îro careke din bi dirûşmeya “Jin, jiyan azadî” berdewam kir.

Back to top button