KCK’Ê: Divê hêzên Kurdî neyên lîstika dewleta Tirk

Ev demeke PDK bi piştgiriya dewleta tirk ji bo dorpêçkirina Qendîlê, dixwaze girê gundên Zînê û Wertê ku qada YNK’ê ye bi cih bibe. Tevî nîqaş û li hevkirinan jî PDK di ya xwe de israr kir û hêzek mezin û çekên giran şand heremê. Ev yek jî metirsiya lidarketina şerekî navxweyî zêdetir kir. Komîteya Derve ya KCK’ê jî bi daxuyaniyke diyarkir ku divê hêzên kurdî neyên lîstikên dewleta Tirk û herkes vegere qadên xwe.

 

Dewleta Tirk dixwaze bi destê PDK’ê Qendîlê dorpêç bike

Devera Zînî Wertê ya Hewlêrê ev demeke di rojevê de ye û her ku diçe aloz dibe.

Zînî Wertê girêdayî parêzgeha Hewlêrê ye, lê herêmeke dikeve nava sînorên dibin serweriya rêveberiya YNK’ê de.

Ev der Herêma Raperîn û Soran bihev ve girê dide.

Her wiha dikeve navbera çiyayên Karox û Qendîlê, lewma jî cihekî stratejîk e.

Demek beriya niha di navbera YNK û PDK’ê de li ser herêmê li hevkirinek çêbibû û divê yabû ku hêzên PDK’ê nekeve heremê.

Lê doh PDK di bin çavdêriya balafirên keşfê yê dewleta Tirk de hêzeke mezin û çekên giran şand heremê.

Derbarê mijarê de Komîteya Derve ya KCK’ê jî îro daxuyaniyek nivîskî weşand.

Komîteya Karê Derve ya KCK’ê şandina hêzeke nû piştrastkir û diyar kir ku ew bi fikar in ku ev ê rageşiya di navbeyna hêzên Kurd de zêdetir bike.

KCK’Ê: Divê hêzên Kurdî neyên lîstika dewleta Tirk

Di daxuyaniyê de ji gelê başur hate xwestin ku zextê li partiyên başûr bikin da ku neyên lîstikên dewleta Tirk.

Komîteyê got, dewleta Tirk dîsa dixwaze kurdan bi hev bide şer kirin.

Ev yek tenê kêrî kêrî dijminê Kurdistanê û Kurdan dewleta Tirk û AKP’ê tê.

KCK’Ê: Hemû hêz divê vekişin qadên xwe

Di daxuyaniyê de rageşiya ku şandina hêzê, ya bi destê PDK’ê ya li ser herêmê û rûdanên piştî wê hate destnîşankirin û hate gotin ku, divê hemû hêzên ku bûne sedema rageşiya taloke, divê vekişin qadên xwe.

Back to top button