Li Lîbyayê 8 çeteyên Sûrî hatin kuştin, 4 jî dîl hatin girtin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, ragihand ku beşek din a çeteyên Sûrî ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo Lîbyayê hatin şandin.

Çavdêriya Sûrî destnîşan kir ku bi dehan çeteyên Sûrî ji bo alîkariya Hikûmeta Wîfaqê ya Lîbayê di şerê li welêt de, hatin şandin.

Çavdêriyê da zanîn ku di şerên dawî yên di navbera çekdarên Hikûmeta Wîfaqê ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê digire û Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê de, herî kêm 8 çeteyên Sûrî hatine kuştin.

Her wiha di şerên dawî, Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, 5 çeteyên Sûrî dîl girtine.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan heya niha zêdeyî 5 hezar çete ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve hatine şandin, ji wan jî derdora 200 çeteyên hatine kuştin.

Back to top button