Li Mexmûrê qirkirina siyasî a li Bakurê Kurdistanê hate şermezarkirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî operasyon û binçavkirinên li Bakurê Kurdistanê ya li dijî, parêzer siyasetmedar û hunermendan bi tûndî hate şermezarkirin.

Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê têkildarî operasyon û binçavkirinên li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek da û wiha got:

“Her ku Kurd dibin îrade û baweriya wan çêdibe asta girtin û êrişan jî zêdetir dibin.

Pêwîste Kurd hêrsa xwe ya li hember vê dagikeriyê nîşan bikin.

Ji bo ku em bikaribin vê faşîzmê bişkînin divê tişta ji destê me tê em bikin.”

Kara diyar kir ku pêwîste li Kurdistan û derveyî Kurdistanê em li hember vê dagirkeriyê bibin xwedî îrade û vê faşîzêm hilweşînin.

Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusuf Kara di dawî de ev bang kir:

“Em bang li gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê dikin ku di hilbijartinên demê pêş de bersiva pêwîst ji bo dijmin were dayîn.

Emê bi fikir û felsefeya Rêber Apo di hilbijartinên de lingê dagirkeriyê bişkînin.”

Back to top button