Li Ewropayê dengdayîna ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê sibe dest pê dike

Li Ewropayê sibê dengdayina ji bo hilbijartinên 14’ê Gulan yên li Tirkiyê bêne li dar xistin destpê dike.
Di vê çarçoveyê de Sê milyon hilbijêrên diçin ser sindoqan.
Huseyîn Ataş ku di Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Welat a Partiya Çepên Kesk de cih digire diyar kir ku şandeya wan amade kiriye dê bi sindoqan re bişînin Tirkiyê û ewlehiya sindoqan dê ji hêla vê şandeyê ve bê kirin.
Huseyîn Ataş bang li hilbijêran kir ku dengê xwe bidin û sindoqan biparêzin.

Hilbijêrên li derveyî welat dê sibe ji bo hilbijartinên serokkomariyê û yên giştî yên 14’ê Gulana 2023’yan sibe biçin ser sindoqan.

Sê milyon hilbijêrên li Ewropayê sibe diçin ser sindoqan

3 milyon û 286 hezar û 786 hilbijêr li welatên Ewropayê hene û dê 4 hezar û 969 sindoq bên danîn.

Hilbijêr dikarin li nûnertî, konsolosxane, balafirgeh û deriyên gumrikê yên welatan dengê xwe bidin.

Dengdayîn dê li gorî saeta Ewropayê saet di 09.00’an de dest pê bike û saet di 21.00’an de jî bi dawî bibe.

Her wiha ji bo ku rêjeya tevlibûna hilbijartinan zêde bibe, dê li gelek welatan sindoqên gerok bên danîn.

Partiya Çepên Kesk ev nêzî 4 meh in xebatên hilbijartinê dike û di çarçoveya ewlehiya sindoqan de jî xebat dimeşîne.

Denderleeuw-bizimki-20230421-123515

Huseyîn Ataş ku di Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Welat a Partiya Çepên Kesk de cih digire, têkildarî mijarê axivî.

Huseyîn Ataş: Meyla hilbijêran gelemperî li ser Partiya Çepên Kesk e.

Ataş, da zanîn ku di xebatên 4 mehan ên li Ewropayê de bi heman atmosfera “7’ê hezîranê” rast hatine û got:

Meyla hilbijêran gelemperî li ser Partiya Çepên Kesk e.

Hemwelatiyên li Ewropayê dijîn, xwe ji geşedanên li welêt cuda nabînin”

Ataş: Ewlehiya sindoqan di asta herî jor de ye

Bi domdarî Ataş got ku fikara hilbijêrên li Ewropayê ya herî mezin ewlehiya sindoqan e û wiha pê de çû:

“Lewma mijara ewlehiya sindoqan li Ewropayê di rêza ewil de ye.

Bi avakirina lijneyên hilbijartinê re me hewl da van fikaran ji holê rakin.

Her wiha me ji bo parastina sindoqan şande ava kirin. Ev şande dê li gel sindoqan biçin Tirkiyê.

Her wiha dê lijneyên serbixwe yên navneteweyî jî di van xebatan de cih bigirin.”

Ji Huseyîn Ataş bang bo hilbijêran: Dengê xwe bidin û sindoqan biparêzin

Huseyîn Ataş di dawiyê de da zanî wan ji bo veguhestina hilbijêran wesayît jî amade kirine û bang li hilbijêran kir ku dengê xwe bidin û sindoqan biparêzin.

Back to top button