Li Afrîka, li aliyekî metirsiya çeteyên DAIŞ’ê û li aliyê din jî tevgera komên Wagnerên Rûsî fikarên nû dide avakirin.
Di demeke ku yek ji êrişkarên li Parîsê Ebdeselam, gef li gelê Fransa dixwar, Serokomar Macron kuştina serçeteyekî DAIŞ’ê li Afrîka ragihand.
Macron got,
Hêzên Fransayê serçetê DAIŞ`ê Ednan Ebû Welîd Sehrawî li herêma Çolistana Mezin, kuştiye.
Ji roja damezirandina DAIŞ û heta îro metirsiya wê li ber çavên cîhanê xuya dike.
Fransa jî yek ji welatên herî zêde di armanca êrişên DAIŞ’ê de bû.
13’ê Mijdara 2015’an çeteyên DAIŞ’ê li paytexta Fransa Parîsê, êrişek pêk anî.
Di encamê de 132 kes hatin kuştin.
“Dema Fransa li Sûrî êrişê DAIŞ’ê kir, rîska vê baş dizanî.”
Piştî 6 salan ji êrişê, çete Selah Ebdeselam yê DAIŞ’î bi vê gotinê, parastina xwe kir.
Çeteyê DAIŞ’î xwest vê êrişa xwe jî weke rastiya Îslamê bide naskirin.
Di êrişa 13’ê Mijdara 2015’an de li 3 herêmên paytext Parîsê çeteyan êrişên biçek û bombeyî pêk anîbûn.
Êriş ji aliyê 10 çeteyan ve pêk hatibû.
Çete Ebdeslam ji nava wan çeteyan yê sax mayî ye.
Çeteyên din, yan ji li cihê bûyerê xwe kuştin, yan jî hatin kuştin.
Tê payîn doz bi çete Ebdeselam 140 rojan dewam bike.
Di demeke ku çeteyê DAIŞ’î gef li dijî Fransayê dixwar de, Fransayê êrişên xwe yên li dijî terorê zêde kir.
Macron: Serçeteyekî DAIŞ’ê li çolistana mezin hate kuştin
Serokomarê Fransa Emmanuel Macron duh êvarî bi rêya hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku serçeteyekî DAIŞ`ê Ednan Ebû Welîd Sehrawî li herêma Çolistana Mezin, kuştiye.
“Serçeteyê DAIŞ`ê li ser destê hêzên Fransayê hat kuştin. Ev serkeftineke din di şerê me yê li diîj komên terorîst li herêma beravê de ye.”
Li Çolistana Mezin piraniya êrişên li dijî sêgoşeya sînorê di navbera Malî, Nîjer û Borkîna Fasoyê de, ji aliyê DAIŞ`ê ve pêk tên.
Almanya, Malî ser pêkanîna peymaneke li gel wagnera Rûsî hişyar kir
Li aliyê din, di demeke ku Fransa û Almanya şerê xwe yê li dijî terorê li Afrîka pêk tînin de, tevgera şirketa Wagner ya Rûsya jî xwe berdaye herêmê.
Li ser vê yekê piştî Fransa, Almanya jî fikarên xwe anî ziman.
Wezîra Parastinê ya Almanya Annegret Kramp Karrenbauer bi peyameke li ser hesabê xwe yê Twîtterê, Malî hişyar kir û got,
Di rewşake pêkanîna peymanek Malî ya li gel şirketa Wagner ya Rûsî re ew ê ser hebûna hêzên xwe ya mayîna li welat nîqaş bikin.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Malî de hatîn weşandin, di navbera hikumeta welat û şirketa Wagner de peymanek hatiye îmzekirin.
Di peymanê de tê gotin, wê di berdêla parastina kesên payebilind û perwerdekirina leşkerî de, hikumeta welat mehane 10,8 milyon dolar bide vê şirketê.
Li Malî 1100 leşkerên Almanya hene.