Koçberekî Şengalê: Ger desthilata Hewlêrê rê bide, wê hemû Êzîdî vegerin warên xwe

7 sal li ser fermana 74’an a bi ser civaka Êzîdî ve hatibû, derbas bûn.Lê hê jî bi hezaran Êzdî di kampên li başûrê Kurdistanê yên di bin desthilata PDK’ê de dimînin.

Tevî ku Rêveberiya Xweser a Şengalê gelek caran bang li koçberên Êzîdî ên li kampan kir ku vegerin ser axa xwe,PDK’ê destûrê nade koçberên Êzîdî ku vegerin ser axa xwe.

7 sal ser Fermana 74’an ya bi ser xelkê Şengalê de hatî derbas bûn.

Xelkê Şengalê ji bo ku xwe ji komkujiyên çeteyên Daiş’ê biparêzin, neçar man ji cih û warên xwe yên resen derkevin û berê xwe bidin deverên cuda.

Pişrtî ku şervanên HPG’ê, YBŞ’ê Şengal ji Çeteyên Daiş’ê rizgar kir, hejmarek mezin ji xelkê Şengalê vergariyan ser axa xwe ya resen.

Lê hîn jî bi hezaran ji wan li kampên Başûrê Kurdistanê di bin şer û mercên xirab de dimînin.

Bi hezaran Xelkê Êzîdî yên li kampên di bin serweriya PDK’ê de ne, dixwazin vegerin ser axa xwe ya pîroz Şengalê.

Li gorî hin çavdêran, PDK’ê ji bo berjewendiyên xwe, ji bo ku dengên Êzîdiyan di hilbijartinan de bi kar bîne, rê nade koçberan û bi taybetÎ yên Êzîdî ku vegerin warên xwe.

Mirad Mehmûd, yek ji wan kesane ku li kampên koçberiyê dima, ku rojên zehmet derbas kir û bûbû şahîdê mirin û birîndarbûyîna gelek kesên di kampan de.

Mirad niha piştî 7 salan vegeriya warê xwe yê pîroz li gundê Til Izêr yê Şengalê.

Mirad tevî hemû kêmasiyên di xaniyê xwe de jî, ew pir keyfxweş e ku vegeriyaye ser xaka xwe.

Mirad Mehmûd dibêje piraniya civaka Êzidî amade ye vegere Şengalê û vê wiha dibêje:

“Ger hikûmeta navendî û hikûmeta Başûrê Kurdistanê destur bidin, wê xelkê Şengalê hemû vegerin malên xwe.”

Mirad Mehmûd zehmetiyên li kampan bi bîr dixe dibêje jiyana wan di kampan de di xeteriyê de bû.

Mirad Mehmûd dibêje piraniya kesên li kampan de di rewşek gelek xirab de ne, gelek ji wan bê xanî ne û pêwîstiya wan bi alîkariyê hene.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku Rêveberya Xweriya Demokratîk a Şengalê gelek caran bang li xelkê Şengalê yên li Kampan dimînin kir ku vegerin warên xwe û da zanîn ku ew amade ye wan pêşwazî bikin.

Back to top button