Ji her kesî heye ku çûyîna fezayê hew ji bo zanist û vedîtinan e.
Lê îro tişekî gelekî cuda çêbû.
Vê carê mirov çûn geştiyariyê.
Îro, 4 kesên Amerîkî li fuzeyekê siwar bûn û bêyî ku pîlotekî fezayê bi wan re hebe, çûn asîman.
Lê binêrin, ev dîmenên fuzeya ji şirketa Amerîkî “Space X” in.
4 kes di vê fuzeyê de ne û pîlotê fezayî wan re tine ye.
Van kesan vê sibehê berê xwe dan fezayê û wê 3 rojan li wir bigerin.
Wê ev kes heta 575 KM bilind bibin.
Di dema gera wan de jî wê ev tîm hinek tecrubeyan çêkin û binêrin ka refleksa hebûna mirov li fezayê çawa ye..