Îro li bajarokê Hecînê yê Dêrazorê şehîdên mehên Tebax û Îlonê bi merasîmekê hatin bîranîn.
Nûnerên meclisa sivîl, meclisên herêmî yên rojhilatê Dêrazorê, şênî û malbatên şehîdan tev li merasîmê bûn.
Li ser navê meclisa malbatên şehîdan Ebdulxenî El-Lohî axivî û diyar kir ku şehîd ew kesên di oxira azadî û jiyana birûmet de xwe feda kirine.
Paşê li ser navê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Şemlan El-Şemlan axivî û da zanîn ku wan ev hêvî û hêza xwe ji şehîdan girtine, El-Şemlan da zanîn, wê li ser xeta şehîdan bimeşin heta ku jiyanek birûmet bi dest bixin.
Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Mihemed El-Şeban jî got:
“Ji bo ku em bi ewle bijîn şehîdan xwe feda kirin.”
Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin û mûm li ser gorên şehîdan ji aliyê malbatên wan ve hatin vêxistin.