Li Dêrikê kargeha mast û penêr bi navê ”Zozan” hat vekirin

Beşa Jin a girêdayî Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê Kargeha Penêr û Mast bi navê ”Zozan” li bajarê Dêrikê vekir.

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê, şande ji Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê, deste, saziyên Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star beşdarî merasîma vekirina kargehê bûn.

Piştî rêzgirtinê, Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê axivî û diyar kir ku ev kargeha yekemîn e ku li ser navê jinan û projeyên jinan vedibe.

Nezîra Gewriyê anî ziman ku armanca vekirina vê kargehê pêşxistina aboriya jinan, peydakirina derfetên kar ji jinan re da ku debara xwe pêk bînin.

Hevseroka Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê, Hediye Elî jî daxuyakirin ku pêwîstiya herêmê bi projeyên wiha heye da ku piştgiriyê bide aborî û jinan.

Piştî axaftinan, deriyê kargehê ji aliyê hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê û dayika şehîd Harûn, Fatima Yusif ve hat vekirin.

Back to top button