Li ber girtîgeha Panosê bang kirin: Zindan dê ji faşîzmê re bibe goristan

Parlementera Partiya Çepên a Şirnexê Newroz Ûysal ku di daxuyaniya li ber Girtîgeha Panos a Tîpa L’yê de ya têkildarî jinên êşkence li wan hat kirin axivî, got: “Heya li vê axê tecrîd û êşkence bidome, dê azadî û hêvî neyê.”

Parlementera Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Newroz Ûysal ku di daxuyaniya çapemeniyê ya li ber Girtîgeha Panosê de axivî got:

” Îro li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê zext û êşkenceyeke mezin heye.

Her roj ji girtîgehan xebera şewitandina înfaz êşkence û çewisandinê tên.

Li girtîgehan pergaleke êşkenceyê ya sîstematîk tê birêvebirin

“Tişta hatiye kirin ne di hiqûqa neteweyî ne jî di ya navneteweyî de heye.”

Piştî wê Seyhan Atabey, dêya Mizgîn Atabey a êşkence lê hat kirin axivî û got:

“Êdî bes e ji bê tecrîdê û van zextan re. Em vê qebûl nakin. Ez bang li cîhanê dikim nebin şirîkê vî sûcî.”

Cevdet Kabîşen, birayê Lalel Kabîşen a êşkence lê hat kirin jî got: “Em vê êşkenceyê qebûl nakin, armanca vê êşkenceyê şikandina vîna girtiyan e.”

Back to top button