Komîteyên zîndanê yên PKK û PAJK’ê: Em ê bi rihê 14’ê Tîrmehê bi serkevin

Komîteyên Zindanê ya PKK û PAJK’ê û Navenda Parastina Gel bi daxuyaniyên cuda berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bibîranî.

Di daxuyaniyan de hat gotin ku di rihê 14’ê Tîrmehê de cih ji bêhêvitiyê û bêderfetiyê re tune û hat gotin, “lî dijî faşîzma dewleta Tirk tekanne rêya serfiraziyê bi rihê 14’ê Tîrmehê têkoşîn kirine. Xeta serketinê a Zindana Amedê, li çiyayên Kurdistanê bûye xeta berxwedanê ya bingehîn.”

Komîteyên Zindanê ya PKK û PAJK’ê bi wesîleya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Komîteya Zîndanan balkişand li ser fêmkirina rihê 14’ê Tîrmehê û got:

“Tekanne rêya serfiraziyê bi rihê 14’ê Tîrmehê têkoşîn meşandin e.

Di ruhê 14’ê Tîrmehê de cih ji bêhêvitiyê û bêderfetiyê re tune.

Berevajî wê di rewşên bê derfetî de îradeya mirovê rêxistinkirî li ber xwe dide.

Ji bo wê jî divê gelê me li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ya ku ji faşîzma 12’ê îlonê zêdetire bi rihê 14’ê Tîrîmehê têkoşîna xwe bilind bikin.

NPG: Rihê berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bibe rihê serketinê yê dema nû

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê jî berxwedêrên rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê bi rêzdarî bi bîr anî û got;

“Bi hêza berxwedana zindanan a mezin û bi ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê gerîlayên Kurdistanê li dijî dagirkeriya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê têdikoşin.

Li dijî êrişên topyekûn ên faşîzma AKP-MHP’ê, xeta serketinê ya Rêber Apo ya Zindana Amedê, îro li çiyayên Kurdistanê bûye xeta berxwedanê ya bingehîn.”

NPG’ê destnîşan kir ku wê bi rihê berxwedana 14’ê Tîrmehê têkoşîna serdema nû bilind bikin û faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin.

Her wiha Fermandariya NPG’ê bang li ciwanên Kurdistanê kir ku hîn bêhtir berpirsyarê hildin ser milê xwe û bi rengekî çalak tevlî nava refên têkoşînê bibin.

Back to top button