Li Kobanê, Minbic û Şehba gel li dijî tecrîdê rabûn

Çalakiyên gelê herêmê yên ji bo zelalkirina rewşa Rêber Ocelan û bidawîbûna tecrîdê zêde dibin. Şêniyên Kobanê, Minbic û Şehbayê bi çalakiyan tecrîda li dijî Rêber Apo şermzar kirin û banga azadiya fîzîkî kirin.

Şêniyên Kobanê bi xwepêşandanekê tecrîda li dijî Rêber Oclean şermzar kirin.

Xwepêşandan veguherî mêtîngê û li vir endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Necah Derwîş daxuyanî da..

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Rêxistinên hiqûqî tecrîda li dijî Rêber Apo paşguh dikin..

Ev durûtî ji her kesî re eşkere ye.”

  • Minbic

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê jî li dijî tecrêdê û helwestên CPT’ê daketin qadan.

bi dehan jinên bajêr, endamên saziyên jinan û Yekitiya Jinên Ciwan beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de, hevseroka ciwanan a rêxistinên civaka sivîl Şêrîn Ehmed daxuyaniyek da û tê de hat gotin:

“Tecrîda giran a li dijî rêber Ocalan şermek li eniya rêxistinên îdiaya mirovî û parastina mirovan dikin.

Ew dûrî qanûn, hiqûq û mîsaqên navneteweyî ne.”

Şêrîn Ehmed diyar kir ku gel fikir û felsefeya Rêber Apo ji xwe re kirin esas û ew ê tu carî dev ji doza azadiya Rêberê xwe bernedin.

  • Şehba

Li Şehbayê jî li dijî tecrîdê çalakiyek ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hate lidarxistin.

Di çalakiyê de kesên ku axivîn bang li sazî û rêxistinê mafên mirovan kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê bisekinînin.

Di dawiyê de sinivizyonek der barê jiyana Rêber Apo de hat nîşandan..

Back to top button