Dewleta Tirk gundên Til Temir, Bab û Kobanê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker îro car din gundên Babê, Til Temir û kobanê topbaran kirin. Di encama gulebarana ser gundê Bûbanê yê kobanê de welatiyek birîndar bû.

Dewleta Tirk di seatên nîvro de, gundê Eboş ê navçeya Til Temirê topbaran kir.

Her weha dagirkeran ji baregeha xwe ya li gundê Sukeriyê yê li rojhilatê Babê, gundê Kawiklî yê rojhilatê bajêr bi çekên giran topbaran kir.

Gundên Zormixar, Şêxler, Şiyûx û Çarqilî yên Kobanê jî bi dijwarî hatin topbaran kirin.

Dagirkeran li Kobanê welatiyek birîndar kir

Her wiha sibehê, Artêşa Tirk gundê bûbanê yê Kobanê gulebaran kir.

Di encamê de welatiyê bi navê Fewaz Osî yê 31 birîndar bû.

Fewaz niha li nexweşxaneya Emel tê dermankirin.

Back to top button