“Tecrîd her diçe giran dibe”

Ev 23 salin rêber APO di bin tecrîdeke giran de ye tevî gelek hewldanan ev 19 mehe ne bi malbat û ne bi parêzeran hevdîtin pêk tê. Ji parêzerên OHD’a Wanê Mehtap Işik da zanîn ku tecrîd ne hiqûqiye divê demildest hevdîtin bên kirin .

Ji Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Mehtap Işik der barê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo de niraxandin kir.

Mehtapê, diyar kir ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re her tim bi hincetên cuda tê qedexekirin û got: Hemû têkiliya bi derve re hatiye qûtkirin. Tu aliyê vê yê hiqûqî tune.

mirovan bi awayekî cidî tê binpêkirin.

“Li Tirkiyê mafên girtiyan tê bin pê kirin”

Mehtabê anî ziman ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa ji bo rêber Apo di 2014’an de biryara ‘mafê hêviyê’ daye û wiha anî ziman:

DMME’ê der barê kesekî ku di bin şertên giran de maye de biryar da ku ev binpêkirina mafe û ji Tirkiyeyê xwest ku sererastkirina qanûnî bike.

Sererastkirinên qanûnî yê li Tirkiyeyê derbasdar bûn jî derfet dida.

“Tecrîd li hemû girtiyan belav bûye”

Mehtabê, daxuyand ku tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye û got: Li Tirkiyê cenazeyên girtiyan ji girtîgehan derdikevin.

Tirkiye neçare li gorî peymanan tevbigere.

Parêzer Mehtab da zanîn ku OHD der barê binpêkirinan de raporên xwer periyodîk diweşînin û wiha bi lêv kir:

Li gorî raporan gelek girtiyên nexweş nayên derman kirin.

Di raporên meha tebaxê de me balkişand ser rewşa Suphan Çabuk ku ji ber nexwşiya dil û ne birina nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Mehtabê balkişand ser krîza aborî û pirsgirêkên aborî yên li girtîgehan û wiha dawî lê anî: Her tiştê kantînan biha bûye.

Girtî nikarin hewcedariyên xwe bigirin.

Back to top button