Rûsya: Li Idlibê 40 leşkerên rejîmê hatin kuştin û 80 birîndar bûn

Li rojhilatê Idlibê şerê di navbera çeteyên dewleta tirk û hêzên rejîmê de dijwar dibe.
Di encama êrîşa çeteyan a li ser hêzên rêjîmê yên li rojhilatê Idlibê de, 40 leşker hatin kuştin.

Navenda lihevanînê ya Rûsyayê ragihand ku îro di êrîşeke çeteyan li ser hêzên rejîmê yûb li Idlibê de, 40 leşkerên rejîmê hatin kuştin û 80 jî birîndar bûn.

Navendê da xuyakirin ku nêzî 200 çeteyî tevî 20 wesayetên zirxî û 2 erebeyên bombebarkirî êrîşî nûqteyên rêjîmê kirin.

Navendê lihevanînê da zanîn ku çeteyan dest daniye ser 2 deverên niştecihî li Idlibê.

Çavkaniyek leşkerî jî diyar kir ku piştî şerên dijwara wan êrîşa çeteyan şikand û careke din li ser nuqteyên xwe belav bûn.

Doh jî 8 leşkerên Rêjîma Sûriyê li Idlibê hatin kuştin.

Li gorî Navenda lihevanînê ya Rûsyayê, 50 çete hewl didin êrîşî nuqteyên rejîmê yên li Helebê bikin.

Leave a Reply

Back to top button