Dewriya hevbeş li Rojavayê Kobanê dest pê kir

Dewriyeya hevbeş a Polîsên leşkerî yên Rûsya û dewleta Tirkiyê li rojavayê bajarê Kobanê dest pê kir.

Dewriyeya Hevbeş a Rûsiya û Tirkiyê ji Gundê Aşmê yê li Rojavayê bajarê Kobanê despêkir.

Dewriye ji 4 panzêrên dewleta Tirk û 4 panzêrên Rûsiyayê pêk tê.

Dewriye li gundên Aşmê, Çariqlî, Cibnê, Mişko, Pêndir, Xorxorê ya Jorîn, Qolê, Sûsan û heta benda kontrolê wê bi dawî bibe.

Ev dewriyên ku di encama hevpeymana Sûçî de pêk tên, ev cara 7’an li Kobanê digerin.

Leave a Reply

Back to top button