Li dijî tecrîdê serî li dadgeha destûra bingehîn da

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Esrînê, ji bo qedexeya hevdîtina malbatan a bi Rêber Ocalan û girtiyên din re serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Esrînê, têkildarî qedexeya hevdîtina malbatan a bi Rêber Ocalan û her sê girtiyên din yên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tipa F a Îmraliyê ne, 17’ê Çileyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.

Parêzeran, diyar kir ku mafê muwekîlê wan hatiye binpêkirin û daxwaz kirin ku mafên ku hatiye binpekirin bên belgekirin.

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku di nav 15 mehan de bi awayekî sîstematîk her carê 3 mehan cezayê dîsiplînê weke qedexeya hevdîtinê hatiye dayîn.

Bi dawîbûna dema ceza re careke din ceza hatiye birîn.

Leave a Reply

Back to top button