2. Konferansa Navneteweyî ya Jinan li Berlîn pêk tê

Konferansa Jin ya Navneteweyî ya 2’emîn di 5-6’ê Mijdarê de bi dirûşma ‘Şoreşa Me: Azadkirina Jiyanê’ li Berlînê wê bê li dar xistin. Di konferansê de wê têkoşîna 600 jinên ji dehan welatan bigihêjin hev.

Konferans wê bi beşdariya Tevgera Jinê ya Kurd û rêxistinên jinan ên li çar aliyên cîhanê li Zanîngeha Teknîkê ya Berlînê bê li dar xistin .

Organîzasyona Konferansê li ser naverok û beşdarên konferansê daxuyaniyek da.

Konferans wê 2 rojan dirêj bike û 5 mijar werin nîqaşkirin ji 5 rûniştinên bingehîn pêk were.

Ji wan mijaran jî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, Avabûn – Jiyana ku tê xwestin ne bi mûcîzeyê lê bi şoreşê dibe û Azadkirina Jiyanê

Di dawiyê de Peydakirina riyên çareseriyê ji pirsgirêkên li pêş jinan.

Back to top button