Îro li bajarê Şerm El Şêx ê Misirê Lûtkeya Avhewayê (Cop 27) tê dest pê kir. Mijarên li ser erdê xeteriyê çêdikin, pirsgirêkên avhewayê ku dibin sedema karesatên xwezayî û zêdebûna germbûna erdê tên nîqaşkirin.
Li gorî oergenîzerên ji Misirê, îro li bajarê Şerm El Şêx ê Misirê Lûtkeya Avhewayê (Cop 27) bi tevlêbûna zêdetirî sed serokên dewlet û hikumetan dest pê kir.
Li gel aloziyên enerjiyê û xurekan, şerê Ukraynayê û pirsgirêkên avhewayê yên li seranserê cîhanê mîna lehî, pêlên germê û bageran, rojevin.
Lûtke dê heta 18`ê Mijdarê dewam bike.
Ji dema destpêkirina danûstandinên avhewayê li NY ji 1995`an ve, li gel siyasetên heyî, tê texmînkirin ku germahiya erdê 2.8 pileyan zêde bibe.
Li gorî pisporan ev rêje trajîk e.