Li Nisêbînê Cenazeyên 30 kesan 6 salin radestî malbatên wan nehatine kirin

Cenazeyên nêzî 30 kesan ên di qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dan, 6 sal in radestî malbatên wan nehatine kirin. Rojnamevan Mel-tem Oktay a ku bi kameraya xwe bû şahidê pêvajoya qedexeya li Nisêbînê, qala wan rojan kir.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di navbera tebaxa 2015’an û 14’ê adara 2016’an de li dijî daxwaza xwerêveberiyê ya gel 8 caran qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Di dema qedexeyê de mafên bingehîn ên 1 milyon û 809 hezar kesî yên weke azadî û ewlekarî hatin binpêkirin.

Li gorî Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) jî herî kêm 310 sivîl hatin kuştin.

Li aliyekî din nêzî 30’î cenazeyên kesên di qedexeyê de şehîd bibûn wenda ye.

Tevî 6 sal bi ser qedexeyê re derbas bû, heya niha jî dewletê cenaze radestî malbatên wan nekirine.

Abdulselam Deger (Kendal) jî li navçeya Nisêbînê di şer de jiyana xwe ji dest dabû.

Dayîka wî Leyla Deger a ku bi salan li cenazeyê kurê xwe digere dibêje; Ez lê pey cenazeyê zarokê xwe me.

Meltem Oktay: Tilîliyên dayîkan bi ser gule û bombeyên dijmin diket

Yek ji deverên ku bi heman di qedexeyê de ma navçeya Nisêbînê Mêrdîn bû.

Ji rojnamevanên ku şahidiya şerê li Nisêbînê kiriye nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Meltem Oktay e.

Meltem di wê pêvajoyê de hat girtin û nêzî 3 salan di girtîgehê de ma.

Meltem Oktay diyar kir di wê pêvajoyê de têkilî ji bi Rêber Apo re hatibû qutkirin û got;

Li deverên Kurdan her tim oparasyon hebûn û gel dihatin binçavkirin û girtin.

Ji ber van zextên dewletê, gel bi sîstema rêveberî û demokrasiya ku gel dike yek parastina xwe dikirin.

Lê belê dewletê li dijî vê şer da destpêkirin, çekên giran bi kar anîn û komkujî pêk anîn.

Meltem Oktay: Li cihê şer jin sembola berxwedana xwerêveberiyê bûn

Meltem anî ziman li navçeyê jin her tim di qadên şer de bûn sembola berxwedana xwerêveberiyê û wiha bi dawî kir:

Hestek têkoşînê bû ku jinan berxwedan mezin kir û di vê pêvajoyê de gav paşde neavêt.

Tilîlî û dengên dayîkan li wan taxan bi ser gule û bombeyên dijmin diket.

Back to top button