NY: Bêtirî 2 milyon û 808 hezar kes koçberî welatên cîran bûne

Li Ûkrayna rewşa wêran li ber çava xuya dike. Pêla koçberiya ji Ûkrayna ber bi nava Ewropayê ve, welatên rojavayî nerehet dike. Di nava 17 rojên despêkê de, bêtirî 2 milyon û 808 hezar kes koçberî welatên cîran bûne. Serokomarê Ûkrayna Zelensky careke din NATO hişyar kir û got; Ger qada hewayî ya welat neyê girtin wê di demek nêz de, mûşekên Rûsya li nava xaka NATO bikeve. Rêveberiya Amerîka îdia kir ku Rûsya ya bêçare maye, ji bo alîkariyê xwe avêtiye ber derê Çînê.

Rastiya şerê li Ûkrayna, bi pêla koçîberiya li ser sînorê welat xuya dike.

Êrişa Rûsya ya li dijî Ûkrayna hiştiye ku bi sedhezaran bikevin ser rêya koçberiyê.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) têkildarî krîza penaberan a li Ûkraynayê daneyên ji çavkaniyên cuda hatin bidestxistine parve kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di navbera 24’ê Sibat û 12ê Adarê de, 2 milyon û 808 hezar û 792 kes koçberî welatên cîran bûne.

Piraniya van koçberên Ûkraynî li Polonya hatine bicihkirin.

Komseriyê hişyarî da ku eger rewş li Ûkraynayê zêdetir bibe, dibe ku heta 4 mîlyon sivîl ji welêt birevin.

Ji aliyê din ve, li gorî Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY, di nava 17 rojên despêkê yên şer de, herî kêm 596 sivîl hatine kuştin û 1,067 sivîl jî birîndar bûne.

Zelensky: Kêmek maye êdî wê mûşekên Rûsya li nava xaka NATO bikeve

Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky bi bîr xist ku Navenda Aştî û Ewlekariyê ya Navneteweyî bi roketên Rûsyayê hate armanckirin û diyar kir ku ger esmanê Ûkraynayê neyê girtin, dibe ku welatên NATO yên 20 kîlometre dûrî wan jî bên armanckirin.

Zelensky di axaftina xwe ya dawî ya bo gel de wiha got:

“Ger hûn asîmanên Ûkrayna negirin, kêmek maye mûşekên Rûsya wê li ser xaka we, xaka welatên endamên NATO bikeve.”

Her wiha şêwirmendê Serokomariya Ûkrayna jî careke din daxwaza Zelenky ya hevdîtineke rûbirû ya li gel Serokê Rûsya Vladimir Putin anî ziman.

Dê navberê de îro cara 4 şandeya Rûsya û Ûkrayna civiyan.

Di civîna birêya online pêk hat de, careke din ti hêviyên ku dihatin payîn pêk nehatin.

Kuleba: Heta rawestandina şer cezayên ser Rûsya zêdetir bikin

Wezîrê Derve yê Ûraynayê Dmitro Kuleba diyar kir ku di pêwendiya telefonî ya ligel Wezîra Derve ya Brîtanya Liz Truss de, wan mijarên ferzkirina cezayên zêdetir li ser Rûsyayê gotûbêj kirine.

Kuleba di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê de diyar kir ku di pêwendiyeke telefonî ya ligel Truss de behsa ferzkirina cezayên nû kirine.

DYA: Rûsya ji ber şerê li Ûkrayna piştevaniya leşkerî û aborî ji çînê xwest

Hemwextî van aloziyan, ji Waşîngtonê îdiayek balkêş derket.

Rêveberên Amerîkî îdia kirin ku Rûsya ji bo şerê li Ûkraynayê daxwaza alavên leşkerî û piştgirî ji Çînê kiriye.

Li gorî nûçeya rojnameya New York Times, berpirs wiha got;

Rûsya ji bo aboriya xwe ya dibin cezayan de fetisiye xelas bike, ji Pekînê piştevaniya aborî xwestiye.

Çavkaniyan ji rojnameyê re têkildarî helwesta Çînê ti agahî neda.

Back to top button