Li Bakûrê Kurdistanê hêdî hêdî agirê Newrozê ber bi asîman ve bilind dibe

Ji geşkirina agirê Newrozê re tenê çend roj man.Komîteyên Amadekar yê Newrozê ên li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, têkildarî pirozbahiyan daxuyanî dan. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Ked û Demokrasiyê jî li gelek bajaran bangawaziya Newrozê kirin

Li gund, navçe û bajarên bakurê Kurdistanê hêdî hêdî êdî dûyê agirê Newrozê ber bi esman ve bilind dibe.

Beriya pîrozbahiyên mezin ên li navçe û bajaran xelkê li gundan û taxan agirê Newrozê vêdixe.

Pîrozahiyên Newrozê yên li taxên navçeyên navendî yên Amedê dewam dikin.

Di çerçoveya bernameyên Newroze de îro li Taxa Tilhem a Yenîşehîrê agirê Newrozê hat vêxistin.

Endam û rêveberên partiya HDP’ê jî ji bo pîrozbahiyê derbasî Taxê bûn.

Li gundê Werganxensê ya bi ser navçeya Dêrika Mêrdînê jî agirê Newrozê hat vêxistin.

Xelkê gund li derdora agir govend gerand û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Newroz” berz kirin.

Komîteya Amadekar a Newroza Mêrdînê jî têkildarî pîrozbahiyê, li avahiya HDP’ê ya bajêr daxuyaniyek da.

Komîteyê da zanîn ku dê di 19’ê Adarê de li Kerboran û Artûklûyê, di 20’ê Adarê de li Qoser, Dêrik û Stewrê û di 21’ê Adarê de jî li Nisêbînê Newroz bê pîrozkirin.

“Li dijî dehaqan bibin kawayên hemdem û dakevin qadan”

Komîteya Amadekar a Newroza Êlihê jî têkildarî pîrozbahiya Newrozê ya dê di 20’ê adarê de were pîrozkirin, daxuyaniyek da.

Hevserokê HDP’a Êlihê Huseyîn Sarik axivî û diyar kir ku Newroz ji berxwedana kurdan re bûye ronî û got, ev ruh her ku diçe mezintir dibe.

Parlamenter Necet Îpekyuz jî anî ziman wê di vê Newrozê de bi milyonan kes azadiya Rêber Apo qîr bike.

Endama Komîteya Amadekar Sedef Ozdemîr jî xwest her kes bi ruhê azadiyê û yekîtiyê beşdarî pîrozbahiyan bibe.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Ked û Demokrasiyê li gelek bajaran ji bo bangawaziya Newrozê daxuyanî dan.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê têkildarî Newroza îsal a Dêrsimê ku dê di 19’ê Adarê de bê pîrozkirin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de li gel pêkhateyên platformê, parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu jî amade bû.

Ji rêveberên Rêxistina HDP’a Dêrsimê Ozcan Ateş da zanîn ku dê Newroza 2022’yan bi ruhê “serkeftina bi hev re” pîroz bikin û banga tevlibûnê kir.

Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Enqereyê jî deklarasyona Newroza îsal ku dê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” bê pîrozkirin, ragihand.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin, têkoşîna Kawayan a li dijî zilma Dehaqan bênavber didome û bang hate kirin ku li dijî Dehaqan bibin Kawayên hemdem û dakevin qadên Newrozê.

Têkildarî newroza îsal ya li Îzmîrê jî ku dê di 20’ê Adarê de bê pîroz kirin, TJA daxuyaniyek da.

Aktîvîsta TJA’yê Nîlay Guleser daxuyanî xwend û got: “Em, Newroza 2022’yan bi berxwedana li dijî faşîzmê bikin Newroza serkeftinê.”

Back to top button