Gundewarên Idlibê hate bombebarankirin tevî jin û zarokek 4 sivîl jiyana xwe ji dest dan

Balafirên Rûsya careke din gundewarên Idlibê bombebaran kir û di encamê de tevî jin û zarokek 4 sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên şer ên Rûsya îro sibehê bajarokê El-Barê ku li gundewarên başûrê Idlibê ye û gundê El-Refê yê li rojhilatê Mera El-Niman bombebaran kir.

Di encamê de tevî jin û zarokek 4 sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha balafirên rejîmê bajarokê Kefirnibil bi bermîlên teqemeniyê kir hedef.

Bombebarana asmanî îro sibehê rû da.

Li eniyên gundewarê başûr rojhilatê Idlibê û eniyên Kebanê li Cebel Ekrad di navbera hêzên rejîmê û komên çete yên Tirkiyê de bi çekên giran şer rû da.

Li herêmên “Bê çek” jî di van rojan de şerê giran rû da.

Piştî rêzecivînên bi navê Komîteya Destûrê têk çûn, şerê li Idlibê bi dijwarî dewam dike.

Leave a Reply

Back to top button