Li navçeya Dêrikê bi sedan kesî sersaxî ji malbata endamê TEV-DEM’ê Şehîd Ehmed Gabarî re xwestin. Li navçeya Girkê Legê jî bi merasîmekê 46 şehîd hatin bibîranîn.
Îro li navçeya Dêrik û Girkê Legê ên kantona Qamişlo merasîmên bi bîr anînê ên şehîdan hebûn.
Bi sedan endamên saziyan û tevî şêniyên navçeya Dêrikê sersaxî ji malbata endamê TEV-DEM’ê şehîd Ehmed Gabarî re xwestin.
Konê sersaxiyê yê şehîd li Navenda Şehîd Bawer a Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê hate vedan.
Li bin konê sersaxiyê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Wense Şiwêş axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got, “Şehîdên me nasname û hebûna me ne.”
Her wiha endamê Tevgera Civaka Demokratîk Mihemed Ebdulezîz axivî û îşaret bi xurttkirina asta têkoşîn û birêxistinbûnê kir.
Dawiyê nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Li Girkê Legê 46 şehîd bi merasîmekê hatin bibîranîn
Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê jî bi merasîmekê 46 şehîdên mehên Çile, Sibat û Adarê bi bîr anî.
Merasîm li Navenda Aram Tîgtran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan pêk hat.
Bi sedan kesên ji malbatên şehîdan, endamên saziyên navçeyê û şênî beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Tacedîn Hisên axivî û soza berdewamiya riya şehîdan da.
Piştre sînevizyonek li ser 46 şehîdan hate pêşandan. Her dawî wesîqeyên şehadeta şehîdan hatin xwendin.