Desteya Aborî û Çandiniyê: Em derfetê nadin ku genim û ceh werin keysbazkirin

Bi armanca ku bazirgan genim û ceh keysbaz nekin, Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser biryarnameyek derxist.

Li gorî biriyarnameyê wê genim tenê bi rêya belgeyeke fermî ya ji gerînendetî û komîteyên çandiniyê wê bên veguhastin.

Desteyê diyar kir ku divê bawernameya çêkirinê ji gerîndetiyan û komîteyên çandiniyê bigirin û erka barkirina fermî ji aliyê Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê be da ku genim û ceh derxin.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo bang li cotkaran kir ku derfetê nedin ku genim û ceh werin keysbazkirin.

Selman Barûdo diyar kir ku wê pêdiviya cotkaran ya tov bi cih bînin.

Back to top button