Civîna damezrîner a platforma qurbaniyên DAIŞ’ê hat lidarxistin

Îro civîna damezirîner a ‘Platforma Qurbaniyên Daiş’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê’ bi beşdarbûna gelek qurbaniyên çeteyan, rûspiyên eşîran, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, li Qamişlo hate lidarxistin.
Armanca platformê ew e ku dengê qurbaniyên DAIŞ`ê ragihîne û hesab ji çeteyên Daiş’ê ku sûcên dermirovî li dijî gelên herêmê de pêk anîne, were xwestin.

Ji bo qurbaniyên Daiş’ê û malbatên wan û kesên ku zirar ji Daiş’ê dîtine, amadekarî ji bo ‘Platforma Qurbaniyên Daiş’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê’ hatin kirin.

Di vê çarçoveyê de, Rêxistina Însiyatîfa Parastina Hiqûqî bi sponseriya Rêxistina Hiqûqî ya Almanî (Medico International) û Rêxistina Têkoşîna ji bo Mirovahiyê, civîna damezirîner a “Platforma Qurbaniyên DAIŞ`ê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê” li hola Efrîn a li Qamişloyê li dar xist.

Ev civîn, piştî ku 2 civînên ku li herêma Cizîr û Reqayê bi beşdarbûna gelek qurbaniyên çeteyan, rûspiyên eşîran, nûnerên rêxistinên civaka sivîl hatin lidarxistin û reşnivîsek di encamê wê de hate derxistin, tê lidarxistin.

Armanca platformê temsîlkirina dengên qurbaniyên DAIŞ’ê ye

Di civîna damezrîner de, qurbaniyên çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên rêxistina Têkoşîna ji bo Mirovahiyê tev li civînê bûn.

Armanca platformê ew e ku dengê qurbaniyên DAIŞ`ê temsîl bike û hesab ji çeteyên Daiş’ê ku sûcên dermirovî der heqê gelê herêmê de pêk anîne, were xwestin, her wiha kesên ji wan êrişan û sûcan xelas bûne, karibin roleke çalak di pêkanîna dadê de bilîzin.

Di encamnameya civînê de bang li aliyên navdewletî hate kirin ku destekê bidin platformê

Di civînê de, rêveberê Rêxistina Têkoşîna ji bo Mirovahiyê Mihemed Alçî axivî û diyar kir ku piranî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, qurbaniyên DAIŞ`ê ne û bi bîr xist ku li ser asta navneteweyî hewldanên bênavber hene ku sûcên DAIŞ`ê pêk anîne, werin çareserkirin.

Piştî wê, reşnivîsa encamên herdu civînên ku li herêma Cizîrê û Reqayê hatin lidarxistin, hat nirxandin.

Piştî nirxandina reşnivîsê û girtina pêşniyarên beşdaran, civîn bi encamnameyekê bi dawî bû.

Di encamnameyê de bang li aliyên navneteweyî yên peywendîdar hate kirin ku bi rengekî fermî nêzî platformê û daxwazên wê bibin û desteka lojistî û diravî bidin platformê
.
Her wiha bang li desthilatên navxweyî kir ku hevkariyê bi platformê re bike da ku qurbaniyên Daiş’ê û malbatên wan karibin roleke baş di aştiya navxweyî de bilîzin.

Back to top button