Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê panelek li Til Temirê lidar xist

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê panelek bi sernavê “Şoreşa Rojava, destkeftî, metirsî û çawaniya parastina destkeftiyan” li navçeya Til Temirê li dar xist.

Di panelê de bi dehan şêniyên Til Temir, siyasetmedar û endamên Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê amade bûn.

Beşdaran behsa sûcên qirkirina etnîkî û guhartina demografî ya ku artêşa Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne, kir.

Endamê yekitiyê Mihemed Şêr da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide bi hemû kiryaran, Rêveberiya Xweser têk bibe.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Hesekê jî bal kişande li ser parastina destketiyên şoreşê û diyar kir destketî bi keda şehîdan hatine bi destxistin parastina wan jî erka herkesî ye.

Di dawiyê de beşdaran li ser rewşa niha, qirkirina etnîkî û koçberkirinê nirxandin kirin.

Back to top button