PAJK: Dawîkirina esareta Rêber Apo deynê stuyê me ye

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêber Ocalan daxuyaniyek weşand û banga bidawîkirina tecrîdê kir. PAJK’ê got; Dawîkirina esareta Rêber Apo deynê stuyê me ye.”

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera 22’emîn ya komploya navneteweyî a 9’ê Cotmeh ya li ser Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand.

PAJK’ê di serî de “Şehîdên’Hûn nikarin roja me tarî bikin’ hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî.

PAJK’ê diyar kir, ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta 15’ê Sibata 1999’an hêzên ku DYE, Îngîltere û Îsraîlê pêşengtiya wê kirine, bi operasyona NATO-Gladyoyê Rêber Apo dîl girtine û komploya navneteweyî pêk anîne.

Koordînasyona PAJK’ê destnîşan kir, li beramberî hemû êrîş û komployên hegemonyaya navendî, PKK û Rêber Apo dev ji xeta azadiyê bernedane û got;

“Rêber Apo li dijî hemû ferasetên paşverû têkoşiyaye. Rêber Apo PKK wekî partiya azadiya jinan ava kiriye. Komploya navneteweyî bi saya têkoşîna gelê me û partiya me hatiye pûçkirin. Lê êrîşên hêzên komploger nesekinîne û hatiye xwestin ku komploya navneteweyî ya têkçûyî were domandin.”

PAJK’ê diyar kir, bidawîkirina esareta lRêber Apo ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de hatiye destpêkirin, deynê stûyê herkesî ye û wiha dewam kir;

“Ji bo rakirina tecrîdê û bidawîkirina dîlgirtina 22 salan, Kurd û jin di serî de, divê em hemû gelên Rojhilata Navîn vê dîlgirtinê bi dawî bikin.”

Koordînasyona PAJK’ê ji bo geşkirina pêngava KCK’ê ya ‘Em tecrîd, dagirkerî û faşîzmê bi dawî bikin, dem dema azadiyê ye’ û xurtkirina pêngava KJK’ê ya ‘Li dijî qirkirina li ser jinan, dema parastina jin û civakê ye’ banga tevlîbûna çalakiyên 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanê, kir.

Back to top button