PDK’ê li ser daxwaza dagirkeriya Tirk hêz şand qadên Gerîla.
Çavkaniyên heremê ragihandin ku PDK Gewriya Berbizinê ku dikeve navbera herêma Qendîl û Xinêrê girtiye.
Her wiha 2 tabur ango 300 leşker û 200 maşîneyên zirxî ku ji hêza taybet ya zîrewan û gulan pêk tê şandiye heremê.
Dîsa ji rêya ku dikeve sînorê kelaşîn a heta Helgurt girtiye.
Li gor çavkaniyên heremê PDK bi armanca êrîşkirina li ser herêma Goşînê, Gewriya Sînga û Gewriya Berbizînê ev hêz veguhestiyê heremê.