PDK’ê nêzî 200 wesayîtên zirxî ber bi Sîdekan ve şand

PDK’ê nêzî 200 wesayîtên zirxî ku têde hemû cûre alavên leşkerî hene ji Deşta Heyatê û Deşta Herîrê ber bi navçeya Sîdekan ya Biradostê ve şandin.

Ajansa ANF’ê ragihan çavkaniyên pêbawer diyar kiriye ku PDK nêzî 200 wesayîtên leşkerî ber bi navçeya Sîdekan ya herêma Biradostê veguhestiye.

Li gor agahiyan di nav wesayîtên leşkerî de gelek cûreyên çekên giran weke doçka, top û hwd, hene.

Li gorî heman çavkaniyê beşek ji wan wesayîtan ji Deşta Herîrê ya girêdayî herêma Biradost hatiye şandin.

Beşa din jî ji herêma leşkerî ya Deşta Herîrê ya nêzî Hewlêrê hatine şandin.

Back to top button